PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
GREVEN BIRÇÎBÛNE BI BIRYARDARÎ DIDOMIN
Girtiyên PKK û PAJK’ê ji 27’ê Mijdara 2020’an ve ji bo azadiya Rêber Apo di gerva birçîbûnê de ne.
Berxwedana girtiyên azadiyê di roja 74’an de bi biryardariya roja ewil didome.
Girtî bi rêya malbat û parêzerên xwe peyamnên mezinkirina berxwedanê didin.
Berxwedêr destnîşan dikin ku çalakiya wan heta enbcamgirtinê wê dewam bike.
Rayedarên rejîma faşîst jî, ji bo berxwedana girtiyan bişkîne li zîndanan bi taybetî jî li dijî çalakgeran zextê dike.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
MALBATÊN BERXWEDÊRAN: LI DIJÎ TECRÎDÊ DIVÊ HERKES TÊBIKOŞE
Malbatên berxwedêran jî bi peyamên xwe banga mezinkirina têkoşînê dikin.
Dayika bi navê Ayten Yaşar ku gelek caran zext lê û li malbata wê hatiye kirin dibêje:
Ew çi zextê jî bikin em ê têkoşîna xwe dewam bikin.
SAZIYÊN DEMORATÎK JI AMEDÊ BANG KIRIN:
“BERPIRSYARIYA PÊKANINA DAXWAZEN GIRTIYAN ÎQTÎDARE”
Rêxistinên civaka sivîl û pîşeyî yên Baroya Amedê, Odeya Bijîşkên Amedê, OHD, ÎHD û TÎHV jî di nav de, bi armanca balê bikişînin ser greva birçîbûnê civîna çapemeniyê li dar xistin.
Hevseroka Komîsyona girtgîhena a Baroya Amedê Gizem Mîran metna daxuyaniye xwend.
Gizem Miran got, Em wek hûquqnas, parêzvanen mafe mirovan û nûneren rexistina tenduristiye, bang li rayedaran dikin ku:
Ji bo mafen jiyane û mafe tenduristiyê ên girtiyen ku di greva birçîbûne de ne bên parastin hestyarî tevbigerin.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA LI YÛNANISTANÊ DI ROJA 36’EMÎN DE YE
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yûnanistanê ne bi heman armancî di çalakiya greva birçîbûnê de ne.
Çalakiya li kampê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê tê bi pêşxistin.
Çalakî di roja 36’an de ye û di axaftinên hatin kirin de jî hat destnîşankirin ku heta encamgirtinê wê berxwedana xwe dewam bikin.