ÊRIŞÊN LI DIJÎ NÛNERÊN GEL
ENDAMEKÎ RÊVEBERIYA KOMÎTEYA ŞAREDARIYA DÊREZORÊ HAT KUŞTIN
Di demên dawî de ji bo têkbirina hevgirtina civak, hin rûspiyên êlên Ereb ên herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bûn hedefa çeteyan.
Şeva din jî hevserokê mecliseke herêmî yê bajarokê El-Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê Salih Ebdulhisên El-Hezza kuştin.
Li gorî agahiyên ajansa nûçeya a Hawarê Salih Ebdulhisên El-Hezaa şevê din ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.
Di demên dawî de dewleta Tirk bi rêya şaneyên veşartî yên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê bi hedefgirtina rûspiyên eşîran û jinan hew dide tevlîheviyan derxe.
Bi awayekî hemwext hikumeta Şamê û milîsên girêdayî wê jî hewl didin finte û tevlîheviyê li Hesekên û Qamişloyê derxin.