AKAR JI BO KUŞTINA KURDAN SEFERBER BÛYE
PIŞTÎ HEWLÊR Û BAXDAYÊ, BI HEMAN ARMANCÊ ÇÛ ALMANYAYÊ
Wezîrê Parastina Tirk Hulusî Akar piştî Helwêr û Baxdayê, tevî şandiyekê çû Almanya.
Akar wê li Berînê bi wezîra parastina Alman Annegret Kramp-Karrenbauer re hevdîtinan pêk bîne.
Rojeva sereke ya Akar jî, zêdekirina hevkariya li dijî tevgera azadiya Kurd û deverên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûrî.
Wê Akar tevî vê, ji Almanyayê bixwaze piştgirî bide siyaseta wan ya li Yekitiya Ewrûpa, Derya Spî, Lîbya û Qerabaxê.
NERAZÎBÛNÊN LI DIJÎ SERDANA AKAR A ALMANYAYÊ
KURDAN Û DOSTAN SERDAN ŞERMEZAR KIR Û BAL KIŞAND SER SÛCÊN DEWLETA TIRK
Li aliyê din, Kurdên li Almanyayê jî tevî saziyên antî-faşîst serdana Akar şermezar kir.
Kurd û dostan bi çalakiyan ji Almanya xwest ku balê bikişîne ser êriş û dagirkeriya Tirk û rêveberiya Enqerê hişyar bike.