DEWLETA TIRK ÊRIŞÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIKE
DI ÊRIŞA LI HERÊMA BALEKEYATÎ DE 370 SEWAL TELEF BÛN
22’ê Çîleyê artêşa dewleta Tirk a dagirker bi balafirê şer gundên Alane, Gundejor û Azadî yên herêma Balekayetî kirin hedef.
Ev gund girêdayî navçeya Çoman a Hewlêrê ne.
Balafirên şer raste rast cihwarên sivîlan kir armanc, di encama êrişê de zêdetirî 370 bizin û mihên malbatekê telef bûn.
Xwediyê lawirên telefbûyîn Ferheng Mehmud derbarê êrişî de ji ajansa nûçeyan a Rojnewsê re axivî û hêrsa xwe anî ziman.
Birayê Ferheng, Hoşeng Mehmûd jî nerazîbûn nîşanî bêdengiya rêveberiya Başûr û hikûmeta Iraqê dide.
Welatiyê ji gundê Azadî Elî Mistefa jî destnîşan dike ku ev ne êrişa destpêkê ya dewleta Tirk e.
Û gel daxwaz dike ku li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin.