ZEXTÊN DEWLETA ÎRANÊ
ÎRANÊ DOZ LI 5 JINÊN KURD ÊN MUZÎKJEN VEKIR
Li gorî nûçeyan a Nû-Jinhayê Endamên Koma Glarîsê beriya bi demekê jî ji aliyê polîsên Îranê ve gazî îfadê hatine kirin.
Der barê xebatên xwe de hatine lêpirsînkirin.
Koma Glarîs a Muzîkê ya Jinan di 2017’an de li Kirmanşanê hatiye avakirin.
Li Herêma Federal a Kurdistanê hunera xwe pêşkêş kirine.
Li Tirkiyê jî sala borî ji aliyê kanaleke TV ve hatine vexwendin.
Lê ji ber ku rejîma Tirk êrişî Rojava kir vê komê daweta kanala Tirk red kiribû.