BERXWEDANA LI ŞENGALÊ
“EM Ê HETA DAWÎ LI DIJÎ VAN PÎLAN Û PEYMANÊN QIRÊJ TÊBIKOŞIN”
Gelê Şengalê li dijî pîlan û peymanên qirêjî berxwedana xwe dewam dikin.
Çalakiya ku ji bo xwedîderketina li xweswerî û xweparastina xwe li dora Asayîşê jî dest pê kiriye 52 roj in didome.
Konê berxwedanê ji serdanan xalî namîne.
Îro ji saziya ziman komeke mamoste jî serdana kon kir.
Mamoste Ferhan Elyas ku serdan kon kir bal kişand ser wê yekê ku çiqas heyetek dewleta tirk serdana Iraqê dike bûyerek êşdar rû dide.
ÇALAKIYA LI HANNOVERÊ
LI HANNOVERÊ BERXWEDANA LI ŞENGALÊ HAT SILAVKIRIN
Ev serê heftiyeke li bajarê Almanya Hannoverê ji bo Şengalê çalakiyek watedar tê birêvebirin.
Çalakî bi pêşengiya Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan tê bi pêşxistin.
Êzidiyên li Almanyayê dimînin beşdarî çalakiyê dibin û berxwedana şengalê ya ji bo xwesweî û îradeyê silav dikin.
Çalakiya Êzidiyan wê haye 30’ê Çileyê dewam bike.