ÊRIŞÊN DEWLETA ÎRANÊ
LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ ZEXTA LI DIJÎ ÇALAKGERAN
Li gorî ahagiyên Komela Mafê Mirovan a Kurdistanê Ezîme Nasrî, Derya Talebanî û Esrîn Mihemed ên ku di 8’ê Çileyê de hatibûn binçavkirin, şandine girtîgeheke îstîxbarata Îranê.
Di 8’ê Çileyê de li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelek xebatkarên civaka sivîl û xwendekaran hatibûn binçavkirin.
34 kes ji wê demê ve hatine binçavkirin.
Lê ji xeynî sê jinên çalakger aqûbeta kesên din ne diyar e û kes nizane ku li ku tên ragirtin.
KNK’ê jî di 12’ê çileyê de bang kiribû ku divê kesên hatine binçavkirin, serbest werin berdan.
KNK’ê diyar kiribû ku ev kesên hatine binçavkirin dibe ku êşkence li wan were kirin û werin windakirin.
KODAR’ê jî di daxuyaniya xwe ya 18’ê çileyê de li dijî vî terzê siyasetê bang li hêzên demokrasiyê kiribê û xwestibû helwestê nîşan bidin.