ŞENGALÎ XWEDÎ LI HEBÛNA XWE DERDIKEVIN
LI DIJÎ PEYMANA PDK Û BEXDAYÊ ÇALAKIYA BERXWEDANA GELÊ ŞENGALÊ DI ROJA 46’AN DE YE
Xelkê Şengalê li dijî peymana di navbera PDK’ê û Bexdayê ya li ser Şengalê hatî îmzekirin bê navber çalakiya xwe didomînin.
Çalakiya kon vedanê ya ku li pêşiya avahiya Asayişa Êzidxanê hatî dest pêkirin di roja xwe ya 46’an de dewam dike.
Gelê herêmê kom bi kom diçin ser serdana konê berxwedanê ku ji aliyê Meclîs û saziyên Şengalê ve hatine organze kirin.
Çalakger radigihînin ku haya daxwazên wan ji aliyê hukûmeta Iraqê ve neyên qebûlkirin wê çalakiya wan ya bi dirûşma “Em hemû asayiş in” bidome.