GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA GIRTIYÊN PKK Û PAJK’Ê
ÎHD, TTB, OHD, THÎV Û ÇHD’Ê KOORDÎNASYONA ŞOPANDINÊ AVA KIR
Li Enqerê Komeleya Mafê Mirovan ÎHD, Yekitiya Doxtorên Tirkiyê TTB, Komeleya Hiqûqnasên Azad OHD, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem ÇHD û Weqfa Mafê Mirovan THÎV ji bo şopandina grevên birçîbûnê yên girtiyên PKK û PAJK’ê koordînasyonek ava kir.
Avakirina Şopandina Grevên Birçîbûnê li civîneke çapemenî ya li Navenda Giştî ya ÎHD’ê hate ragihandin.
KOORDÎNASYONA ŞOPANDINA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ
BILA DAXWAZA GIRTIYAN BÊ QEBÛLKIRIN, TECRÎD Û BINPÊKIRIN BI DAWÎ BIBIN
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di civînê de axivî û diyar kir ku greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Îmralî û binpêkirina li zindanan di 27’ê mijdarê de dest pê kiribû, belavî 107 girtîgehan bûye.
Ozturk Turkdogan daxwazên girtiyan wekî daxwazên mafdar û rewa nirxandin û xwest ku tecrîda li Îmraliyê were rakirin, pêwistiya pêşniyarên CPT’ê yên ji bo Îmraliyê werin bi cih anîn û binpêkirinên li girtîgehan jî dawî bibin.
Turkdogan ji wezareta edeleta Tirk xwest ku gavan biavêje û anî z iman ku ewê wekî Koordînasyona Şopandinê hem di warê herêmî û hem warê navendî xebatan bimeşînin û raya giştî ya demokratîk hestiyar bikin.
QEDEXE Û BINPÊKIRINÊN LI WANÊ YÊN 2020’AN
ÎHD: WAN 2020’AN BI QEDEXE Û BINPÊKIRINA DERBAS KIR
Di vê navberê de ÎHD’a Wanê rapora binpêkirinên li bajêr ên sala 2020’an eşkere kir.
Serokê ÎHD’a Wanê Murat Melet rapor eşkere kir û anî ziman ku bajêr wekî çend salên dawî, 2020 jî bi qedexeyan, pêkanînên demên rewşa awarte û binpêkirinan derbas kiriye.
Murat Melet dazanîn ku di sala 2020″an de li tevahiya bajêr 2 hezar û 410 binpêkirinên cûr be cûr û li girtîgehên bajêr jî 87 binpêkirin pêk hatine.
Murat Melet grevên birçîbûnê yên li girtîgehan jî bi bîr xistin û xwest ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û tecrîda li Îmraliyê jî were dawîkirin.