RAPORA ZEXT, BINÇAVKIRIN Û GIRTINA ROJNAMEVANAN
24 ROJNAMEVAN HATINE GIRTIN Û BI DEHAN ROJNAMEVAN HATINE BINÇAVKIRIN
Komaleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê rapora binpêkirinan a li hemberî çapemenî ya sala 2020’an eşkere kir.
Hevserokê Komeleyê Serdar Altan qala binpêkirinên li hemberî rojnamevanan ên 2020’an kir.
Dûre jî hevserok Dîcle Muftuoglu axivî û anî ziman ku desthilatedariya Tirk hewl dide rojnamevaniya yek tîp û yek reng biafirîne.
Dîcle Muftuoglu li dijî zext, girtin û binçavkirinan biryardariya çapemeniy azad anî ziman û got ku, ewê di sala 2021″an de jî têkoşîna xwe bidomînin.
Piştre jî hevserok Serdar Altan rapora binpêkirin û zextan a 2020’an eşkere kirin.
79 rojnamevan hatin binçavkirin
24 rojnamevan hatin girtin
19 rojnamevan rastî êrişê hatin
Derbarê 53 rojnamevanan de doz hate vekirin.
Li dijî 54 rojnamevanan lêpirsîn hate vekirin.
6 rojnamevan ji kar hatin derxistin.
LI 43 rojnamevanan 150 sal cezayê girtîgehê û 56 hezar tl cezaya pereyan hate birîn.
Doza 539 rojnamevan didome.
Hezar û 1960 nûçe û 145 malperên înternetê hatin astengkirin
Li girtîgehan 91 rojnamevan hene