Mamosta, karmend û welatiyên Ranyayê dijî nedana mûçe û rewşa xirab ya Herêma Kurdistanê dest bi çalakiyê kirin. Çalakvanan diyarkirin ku ger bersivek erênî neyê dayîn, ewê di rojên pêş de xwepêşandanek berfireh lidarbixin.
Xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê dijî paşxistina mûçe û rewşa xirab ya herêmê dewam dikin. Divê çarçoveyê de mamosta, karmend û welatiyên navçeya Ranya li ber derê Baxê Giştî ya navçeya Ranyayê kombûn.
Di vankêliyan de bi sedan mamosta, karmend û welatî li ber derê Baxê Giştî kom bûne û di çalakiyê dene.
Li gorî agahiyên ji endamên komîteya amdekar ya çalakiyan hatiye bi dest xistin, ger rayedarên hikumetê bersivek erênî nedin çalakvanan, wê di rojên bê de xwepêşandanek berfireh li Ranyayê were lidarxistin.