Di êrişa hêzên ewlehiyê de Parlamentera Tevgera Goran ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şirîn Emîn birîndar bû.
Li Silêmaniyê îro di roja duyemîn de xwepêşandana li dijî nedayîn mûçe, rewşa xerab û sîstema hikûmraniya Herêma Kurdistanê li ber Deriyê Sera destpê kir. Polîs û endamên asayîşê yên li cihê çalakiyê bi gaza îsotê êrişî xwepêşanderan kirin û bi zorê xwepêşander belav kirin.
Di êrişa hêzên ewlehiyê de Parlamentera Tevgera Goran ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şirîn Emîn bi gaza îsotê birîndar bû. Herwiha li Parlamenterê Serbixwe Sîrwan Babin jî dan.
Ji ber gaza îsotê gelek çalakger, xwepêşander û rojnameger birîndar bûn. Hejmarek mamosta û çalakger hatin binçavkirin ku hejmara wan nehate zanin.