Serlêdana parêzeran a ji bo çûyîna Îmraliyê careke din hat astengkirin
Parêzer herî dawî 7’ê Tebaxa 2019’an çûn girava Îmraliyê û piştî vê hevdîtinê hemû serlêdanên wan bêbersiv têne hiştin.
Parêzer Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez;
Ji bo ku bi Rêber Apo re hevdîtin pêk bînin doh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Lê belê serlêdana wan careke din bi hinceta biryara dadgeriya înfazê;
Ku 6 meh hevdîtina parêzeran a bi rêber APO û 3 girtiyên pê re qedexe kiribû hate redkirin.
Parêzeran herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi rêber APO re hevdîtin kirin.
Piştî vê hevdîtinê ev 100 serlêdanên malbat û parêzeran nayên qebûlkirin