1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li bajaren cûda ên Ewrupayê ji aliyê Kurdîstaniyan ve hate pîrozkirin..
Bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, Kurdistanî tevî dostên xwe çalakiyek li dar xistin.
Li ser navê komîteya amadekar daxuyaniyek hate dayin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Mirovahî wê şoreşa li Rojava ti carî ji bîr neke.
Li ser navê Tevgera Jinê ya Tifaqa Sosyalîst Sûsan Pîrîce jî axivî û got, bi navê jinên Awûstralyayî, em gelek tiştan deyndarê jinên YPJ’ê ne ku pêşengên şoreşa Rojava ne.
Çalakî bi gerandina govendê û xwendina helbestan bi dawî bû.
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê jî 1’ê Mijdarê bi çalakiyekî hate peşwazî kirin.
Kurdistanî û dostên xwe tevlî çalakiyê bûn.
Li bajarekî din ê Almanya Frankfûrtê jî Roja Kobanê ya Cîhanî bi mitîngekê hat pêşwazîkirin.
Li paytexta Îtalya Romayê jî Roja Kobanê ya Cîhanê li qada Pîazza Mîrtî hate pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de li ser navê rexistinen biyanî axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hate gotin, berxwedana Kobanê li dijî zîhniyeta DAÎŞ’ê ya faşîst û paşverû destaneke mezin a berxwedanê bû.
dimen hinekî biherikîne
Li bajarê Belçîka Antwerpenê jî Roja Kobanê hat pîrozkirin.
Devereke din a ku pîrozbahî bi çalakiyekê lê hebû, paytexta Danîmarka Kopenhagin bû.
Enternasyonalîstan jî bi daxuyaniyekê banga mezinkirina piştgiriya bi Şoreşa Rojava re li her kesî kirin.