Li Stenbolê salvegera 8’an a damezrandina HDP’ê bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Parlamenter, rêveberên HDP’ê, nûnerên rêxistinên sivîl yên civakî û bi hezaran kes beşdarî şahiyê bûn.
Piştî axaftin û peyamên destpêkê, bi sînevîzyonekê têkoşîn û xebataa HDP’ê hat nîşandan.
Di şahiyê de peyamên hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatin xwendin.
Di peyaman de soza têkoşîna li dijî faşîzmê û banga mezinkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê hat kirin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî peyam şandin şahiyê û salvegera damezrandina HDP’ê pîroz kirin.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan Îdîl Ûgûrlû axaftinek kir û got ew bi hêvî û bawerî meşa xwe didomînin.
Piştre jî nûnerên partiyên pêkhateyên HDP’ê derketin ser dikê û beşdaran silav kirin.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî axaftin kirin.
Pervîn Bûldan destnîşan kir her ku hêvî hebe wê HDP jî hebe û têkoşîna wan bênavber didome.
Mîthat Sancar jî bal kişand ser berxwedana HDP’ê û got: navê berxwedanê HDP ye.