Di rojên dawî dawî de PDK’ê li parêzgeha Dihokê, noqteyên kontrolê zêde kiriye. Ev jî di nava welatiyan de bûye cihê fikaran.
Li gorî agahiyên ji herêmê bi destê me ketine, Partiya Demokrata Kurdistanê ji tirsa nerazîbûna xelkê Behdînan ya dijî desthilatê, nedana mûçe û xizmetguzariyê, noqteyên kontrolê li Herêma Behdînanê zêde kiriye.
Heman çavkaniyan ragihandin ku êdî PDK’ê bi awayek raste rast gefê li kesên ku di torên civakî de desthilatê rexne dikin û banga xwepêşandanan dikin, dixwin.
Hêjayî gotinê ye asayîşa Dihokê di 18’ê Tebaxê de bi ser mala Mamosta Bedel Berwarî de girtibûn. Tevî ku Berwarî ne li mal bû, asayîşê bi zorê ket hindirê malê, kurek yê Berwarî derb kirin û kurek yê wî jî girtin.