DÎMENÊN BERXWEDÊRÊN WERXELÊ
CELAL FEDAKAR: EM Ê WARÊN BERXWEDANÊ TERK NEKIN, EM Ê SERBIKEVIN
Li Werxela Avaşînê komeke gerîlayên azadiya Kurdistanê di tunelên şer de li dijî êrişên dagirkeriya tirk 5 mehan berxwedaneke dîrokî bi pêş xistin.
Dagirkeriya tirk tevî hemû hêza xwe ya teknîkê jî nekarî berxwedana vê koma gerîla bişkîne, dîsa serî li bêbextiyê da û gerîla bi çekên kîmyewî qetil kirin.
Gerîlayên berxwedêr roj bi roj pêşketina şer, bêexlaqiya dagirkeriya tirk li rojnivîskên xwe weke belgeyên şer qeyd kirin.
Şehîd Adil Gabar û Celal Fedakar jî li aliyekî berxwedan bi pêş xistin, li aliyê din jî rastiya şer kêlî bi kêlî nivîsandin.
Derket holê ku van herdu gerîlayên şehîd di roja 72’yan a berxwedanê de bi dîmen hin peyam dane.
Gerîlayê ku diaxivî gerîlayekî ji Hewlêrê yê bi navê Celal Fedakar bû.
Di vê dîmenê de çavdêriyên xwe yên li ser êrişên dagirkeriya tirk vedigotin.
Gerîla Celal Fedakar destnîşan dikir ku dagirker tevî çekên giran, teqemenî û çekên kîmyewî jî nikarin bi ser kevin.
Der barê pozîsyona gerîla û dagirkerand e jî gerîla ev agahî didan:
Gerîla Celal Fedakar digot gerîla li hemberî hemû êrişan amade ne:
Şehîd Celal Fedakar di roja 72’yan a berxwedanê de diyar dikir ku tevî hemû êrişan jî di nava gerîla de şehadet û birîndarî tine ye:
Fermandarî fedayî Celal Fedakar axaftina xwe bi vê peyamê bi dawî dikir: