Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cemîl Bayik Bûyerên Sala 2021’ê Nirxandin

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemil Bayik di bernameyek televizyona me de rola PDK’ê ya di êrişên li dijî gerîla de bi berfirehî nirxand.

Cemîl Bayik got, dewleta trik li dijî gerîla hem hêza PDK û hem jî çekên kîmyewî bi kar anî, lê dîsa jî encama ku hêvîdikirin bi destxistin.

Cemil Bayik derheqê bêdengiya hêzên NATO û Yekîtiya Ewrûpayê ya li beramberî bikaranîna çekên kîmyewî de jî got, ev derdor dixwazin bi vî rengî me teslîm bigirin.

Cemil Bayik ev şiyarî kir: “Bila kes hesabekî şaş neke, kes nikare me teslîm bigre.”

CEMÎL BAYIK BÛYERÊN SALA 2021’Ê NIRXANDIN
“LI DIJÎ GERÎLA, PDK Û ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎN, DÎSA JÎ ENCAM NEGIRTIN”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê mêvanê bernameya taybet a televîzyona bû.

Gelek mijarên mohra xwe li salê dabûn, mijara bernameyê bûn.

Yek ji wan jî di êrişa dagirkeriya Tirk a 23’yê nîsanê de hevkariya PDK’ê ya li erdê bû.

Cemîl Bayik destnîşan kir, ku di encama berxwedan û lehengiya şehîdan de, dewleta Tirk neçar ma ji cihê 8 mehan lê şer dikir û vekişe.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê da zanîn, ku dewleta Tirk bi êrişê xwest konsepta tinekirin û qirkirina gelê Kurd xurt bike û bi van gotinan hevkariya PDK’ê destnîşan kir:

Cemîl Bayik sebeba şehadeta gerîlayan a ji ber êrişên çekên kîmyewî jî wiha rave kir:

CEMÎL BAYIK BÛYERÊN SALA 2021’Ê NIRXANDIN
“DIVÊ NATO, YEKÎTIYA EWRÛPA Û NY HESABÊ ŞAŞ NEKIN, KES NIKARE ME TESLÎM BIGRE”

Cemîl Bayik destnîşan kir, ku bêdengiya hêzên navneteweyî, NATO, Yekîtiya Ewrûpayê û Neteweyên Yekbûyî li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî tê maneya desteka ji bo konsepta qirkirina gelê Kurd a bi destê dewleta Tirk û wiha got:

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê ev peyam da sazî û hêzên navneteweyî yên destekê didin dewleta Tirk a dagirker:

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv