Gerîlayên HPG’ê Bextiyar Dijwar û Xebat Hîmo 24’ê Cotmehê li herêma Qaşûra ya Metînayê şehîd bûn.
Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên şehîdan eşkere kir û ew bi bîr anîn.
HPG’ê ji malbatên şehîd û temamê gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
ŞEHÎDÊN METÎNA :
HPG’Ê NASNAMEYA 2 GERÎLAYÊN ŞEHÎD EŞKERE KIR.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li herêma Metîna şehîd bûne eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê;
Roja 24’ê Cotmehê balafirên artêşa Tirk a dagirker qada Qaşûra bombardûman kir.
Di vê êrişa hewayî de 2 gerîla şehîd bûn.
Nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ye:
Serhat Tekîn, bi nasnav Baxtiyar Dijwar li Şirnexê ji dayik bûye.
SERHAT TEKÎN
BEXTIYAR DIJWAR
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: HASÎBE – MÛRAT
24’Ê COTMEHA 2021’Ê / METÎNA
Rewan Ahmet Osman bi nasnav Xebat Hîmo li Qamişlo ji dayik bûye.
REWAN AHMET OSMAN
XEBAT HÎMO
QAMIŞLO
DÊ Û BAV: CEWAHÎR – AHMET OSMAN
24’Ê COTMEHA 2021’Ê / METÎNA
HPG’ê derbarê jiyan û têkoşîna her 2 cangoriyan de jî agahî dan û wiha got:
Hevalê Bextiyar li gundê Hespistê yê Hezexê hat dinê.
Ji ber welatparêziya gund di temenê piçûk de tevgera azadiyê nas kir.
Di sala 2013’an de tevlî nava refên têkoşînê bû û li her devera lê bi fedakariyeke mezin xebitî.
Hevalê me Xebat jî li gundê Hîmo yê li Qamişlo hat dinê.
Di zarokatiya xwe de têkoşîna tevgera azadiyê nas kir û sala 2011’an beşdarî nava refên gerîla bû.
Ew di nava demeke din de bû gerîlayeke jêhatî û li deverên herî zor û zehmet bû xwedî xebatên serkeftî.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ji malbatên şehîd û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Û diyar kir ku ew ê tola şehîdan bi rizgarkirina gelê Kurdistanê hilînin.