Nêzî salekê ye raya giştî ji rêber APO bê xeber e..
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bi lezgînê bi rêber APO û girtiyên din ên li Îmraliyê re hevdîtinê bikin serlêdan kirin.
Parêzeran diyar kirin ku ew ji rewşa miwekîlê xwe bi fikarin û xwestin pêşî li hevdîtinê were vekirin.
PERGALA TECRÎD Û ÎŞKENCEYA LI ÎMRALIYÊ :
PARÊZERAN XWEST LI ÎMRALIYÊ ‘DERHAL HEVDÎTINÊ’ BIKIN.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bi lezgînî bi Rêber APO, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtinê bikin serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan.
Parêzeran diyar kir ku ev 8 meh in, ew nikarin agahiyê ji rêber APO û 3 girtiyên din werbigirin û wiha gotin.
Ji ber reşa jiyan û tenduristiya wan…
Şert û mercên girtinê, rewşa hiqûqî û tedbîrên din ên mîna pandemiyê qet em agahî nagirin û bi fikar in.
Parêzeran ji dadgehê xwest dawî li vê rewşê bîne û pêşî li çûyîna wan a Îmraliyê veke.
Di nava rojê de parêzan bi heman daxwazî serlêdanek din jî kirin.
Tevî du serlêdanan jî rayedaran heta niha ti bersiv nedaye parêzeran.