“DEMA AZADIYA RÊBER APO YE”
LI STRASBOÛRGÊ BI HEZARAN KESÎ BANG LI KONSEYA EWRÛPAYÊ KIRIN
Bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, Kurd û dostên xwe li Ewrûpayê her roj li qadan e.
Herî dawî jî li ser banga KCDK-Ewrûpayê Kurdan bi daxwaza Rêber Apo berê xwe dan bajarê Fransa Strasboûrgê.
Bi hezaran kes ji gelek navendên Ewrûpayê li qada Repûblîkê kom bûn û li vê derê mitîngek hat lidarxistin.
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, gelek siyasetvan, nivîskar, hunermend û nûnerên Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê jî beşdarî çalakiyê bûn.
Pêşî ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê bi hezaran kesî rêz girt.
Paşê Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal xîtabî gel kir û got, em bi hezaran kes Rêber Apo silav dikin.
Remzî Kartal ji ber bêdengiya wê ya li hemberî tecrîda giran a li dijî Rêber Apo Konseya Ewrûpa rexne kir.
Hevserokê Kongra Gel bang li Konseya Ewrûpayê û saziyên wê kir, ku bi erka xwe rabe û dawî li tecrîdê bîne.
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê Zozan Serhed jî got, ji bo azadiya Rêber Apo em ê li her deverê seferber bibin.
Piştî mitînga li vir, bi hezaran kes heta pêşiya Konseya Ewrûpayê, CPT û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê meşiyan.