Em berê xwe bidin paytexta Fransa Parîs ê.
Bi armanca piştgirî-dayina zaningehên Rojavayê Kurdistanê navendek hate vekirin.
Ji qada navnetewî gelek zanyar û akademîsyen pişgiriyê didin vê navendê.
LI PARÎSÊ NAVENDA PIŞTGIRIYA JI BO ZANINGEHÊN ROJAVA VEBÛ
GELEK AKADEMÎSYEN Û ZANYAR PIŞTGIRIYÊ DIDIN NAVENDA “CSCUNES”
Bi armanca destekdayîna zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Parîsê navendek hate vekirin.
Komeke akademîsyenên Kurd û Fransî bi daxuyaniyekê vekirina Navenda ragihandin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Em kêfxweş in ku avakirina Navenda Piştgirî û Hevkariyê Ligel Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (CSCUNES)radigihînin.
Ev navend li paytexta Fransayê, Parîsê ava dibe û ji xwe re piştgiriya zanîngehên Rojava û yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî armanc dibîne.”
Di daxuyaniyê de li ser destekdayina navneteweyî jî ev tişt hate gotin.
“Gelek akademîsyenên cîhanê piştgirîya xwe ji bo zanîngehên Rojava û yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin.
Di navbera van zanîgehan de gelek peymanên hevkariyê hatine îmzekirin.”
Di daxuyaniyê de têkildarî armancên navendê wiha hate gotin.”
“Di nav zanîngehan bo akademîsyen, entelektuel û saziyên lêkolînê danasîna zaningehên Rojava.
Ji bo karên perwerdehî û lêkolînê di van zanîngehan de istîhdama lêkolîner û akademîsyenan.
Pêşxistina hevkariya lêkolîn û perwerdeyê li gel saziyên akademîk ên li Fransa, Ewropa û cîhanê.
Asankirina bernameyên veguhestina xwendekaran û veguhestina zanistê.
Ji bo veguhestina karûbarên zanistî, pêşxistina xebatên akademîk.
Alîkariya platformên dîjîtal û teknîkî yên zanîngehan.
Alîkarî bo proje û karên wergeriya zanîngehan.
Alîkarîya bingehên perwerdehî û ji bo zanîngehan peydakirna materyalên perwerdehî û lêkolînê.”