BI HEZARAN KES LI DIJÎ DAGIRKERAN MEŞIYAN
LI DIRBÊSIYÊ BI HEZARAN KES BI YEK DENGÎ GOTIN “BIMRE ÎXANET”
Gelên Rojavayê Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Surî li dijî êrişên dewleta Tirk bi rojane dinava çalakiyan dene.
Bi hezaran şêniyên bajarê Dirbêsiyê bi meşekê hevkariya PDK’ê a bi dewleta Tirk re şermezar kir.
Meş bi pêşngtiya jinan pêk hat.
Di çalakiyê de hêrseke zêde li dijî dewleta Tirk, û bêdengiya qada navnetewî hebû.
“LI DIJÎ ÎXANET Û DAGIRKERIYÊ MEŞA RÛMETÊ”
CIWANÊN XWENDEKAR LI ŞEHBAYÊ MEŞEK GIRSEYÎ LI DAR XISTIN
Bi heman armancê xwendekarên kantona Şehbayê jî li navçeya Ehdasê meşeke girseyî lidarxistin.
Piştî meşê daxuyaniyek hate dayîn.
Ciwanan di daxuyaniyan de ragihandin ku ew ê li dijî dagirkeriya tirk a faşîst her tim li qadan bin.
ÊRIŞ Û DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
LI ŞEHBAYÊ BI DAXUYANIYEKÊ HAT ŞERMEZARKIRIN
Dîsa li Şehbayê Meclîsa Jinan a navçeya Ehrezê jî daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku li dijî van êrişan xwedî helwest bin..