Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê şehadeta 4 gerîlayên li herêmên Kato, Marînos û Bestayê ragihand.
HPG’ê ji malbatên şehîdan û ji tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest.
ŞERÊ GERÎLA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG’Ê NASNAMEYA 4 GERÎLAYÊN LI BESTA Û KATO MARÎNOS ŞEHÎD BÛN EŞKERE KIR
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGPê nasnameya 4 gerîlayên Kato Marînos û Bestayê şehîd bûn eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê:
Artêşa Tirk 7’ê Îlonê li qada Kato Marînos a dikeve herêma Şirnexê, dest bi tevgera dagirkeriyê kir.
Di şerê li vê qadê û bombardûmanê de 2 gerîlayên HPGê bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn.
Agahiyên nasnameyî yên gerîlayên şehîd weha ne:
Egîd Acar bi nasnav Azad Gevda li Şirnexê ji dayik bûye.
Abdullah Yîgît bi nasnav Êriş Andok li Şirnexê ji dayik bûye.
Nevendê li ser şehadeta 2 gerîlayên li Bestayê jî ev agahî dan.
9’ê Tebaxê artêşa Tirk li qadên Girê Tenûrê, Gêsin û Mergûmarê yên Bestayê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.
Bi tevgera dagirkeriyê re herêm bi dijwarî bombebaran kir.
Di vê bombebaranê de hevrêyên me Şoreş û Jiyan şehîd bûn.
Nasnameya gerîlayên şehîdbûne wiha ne:
Îbrahîm Kaya bi nasnav Şoreş Marîso li Wanê ji dayik bûye.
Dîlan Înan bi nasnav Jiyan Koçer li Sêrtê ji dayik bûye
HPG’ê bi awayekî berfireh qala têkoşerî û şoreşgeriya her 4 gerîlayên kir.
Di serî de malbatên wan ji tevahiya welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest û got:
Wê bîranîn, armanc û xeyalên hevrêyên me bi serfiraziya Şoreşa Azadiya Kurdistanê timî bijîn.