NOBETA “AZADÎ JI OCALAN RE”
PARLAMENTERÊN ÎTALÎ LI STRASBOURGÊ ÇÛN SERDANA ÇALAKIYÊ
Çalakiya nobetê ya ‘Azadî ji Ocalan re’ a li pêşiya Konseya Ewrupayê di hefteya 484’an de ye.
Çalakiya li bajarê Fransa Strasbourgê vê hefteyê ji aliyê endamên Tevgea Jinên Kurd ên Swîsreyê ve tê birêvebirin.
Di hefteya 484’an a çalakiyê de Endamên Meclîsa Parlementeran a Parlementoya Ewropayê Gîannî Marîlottî û Roberto Rampî yên Îtalî, çûn serdana çalakvanan.
Roberto Rampî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Rêber Apo wekî û hizirbîrek mezin destnîşan kir.
Ji ber ku demek dirêj e agahî jê nayê wergirtin, ji rewşa wî ya tenduristî û mercên fîzîkî bi gumanin.
Parlamenterê Îtalî diyar kir ku têkildarî vê mijarê ji bo hikûmeta xwe pêşnûmerpirsek pêşkêş kirine û got:
“Rewşa lîderê Kurd çawa ye? Dixwazim wî bibînim. Nebînim jî dixwazim bi rêya telefonê li gel wî baxivim. Min daxwazek wiha kiriye.”
Rampî bal kişand ku Abdullha Ocalan ji bo mafê mirovî û azadiya jinê kar dike.
Herdu parlementeran jî daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.