Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suyiyeyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen 98 rojin ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye girtin û agahî jê nayê girtin. Roj bi roj fikar zêde dibin, Cîhad Hesen li kuye?
Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen 10’ê Hezîrana 2021’an dema li gel Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê diçûn pêşwaziya mêvanên xwe, saet di 03.00’an de li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatibûn girtin.
Piştî 50 rojan Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê hatin berdan.
Lê Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen bêyî ku tu hincetek were nişandan, nehat berdan. Cîhad Hesen ev 98 rojin girtî ye û agahî jê nayê girtin. Her roja diçe fikarên li ser jiyana Cîhad Hesen zêde dibin.
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suyiyeyê li Başûrê Kurdistanê beriya niha bi daxuyaniyekê bal kişandibû ku tenduristiya Cîhad Hesen xirab bûye û daxwaza serbestberdana wî kiribû. Nûnertiyê her wiha xwestibû bi rayedarên Hewlêrê re hevdîtinan bikin, lê daxwaz û bangên wan bêbersiv mane.