“WERIN CENGA AZADIYÊ”
MEŞA DIRÊJ A CIWANAN TEVÎ ÊRÎŞÊN POLÎSÊN ALMAN JÎ DI ROJA 2’AN DE DIDOME
Ciwanan ji bajarê Almanya Koln ber bi Aachenê ve doh dest meşa xwe kirin.
Ciwan bi dirûşmeya “Werin Cenga Azadiyê” dimeşin.
Calakger di roja 1’ê de 16 kîlometreyan meşiyan û xwe gihandin bajarê Leverkusenê…
Di tevhiya meşê de bi dirûşman berxwedana li Îmrali hat slavkirin.
Îro jî ciwan ji bajarê Leverkusenê berê xwe da bajarê Dusseldorfê..
Di meşê de berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê jî bi coşeke mezin hat silavkirin.
Çalakvanê bi navê Rohat Şahîn jî tevlî bernameya me ya Nivrojê bû..
Rohat ragihand ku polîsên Alman ji bo meşê asten bikin di nava provakasyonan de ne.
Û 3 hevalên wan kirine binçavan.
Ciwanan ragihandin ku ew ê berxwedaneke mezin meşa xwe heta dawî berdewam bikin.