Artêşa Tirk a dagirker doh şev bi balafirên şer Binarê Qendîl bombe kir. Di bomberdûmanê de 4 gundî birîndar bûn, 3 mal jî hatin hilweşandin; gelek lawir jî telef bûn.
Artêşa Tirk a dagiker gundên Sinemok û Sergelê yên Binarê Qendîlê bombe kirin.
Li gorî agahiyên hatin girtin, di bomberdûmanê de welatiyên sivîl ên binavê Awat, Kakesûr, Uzêr û Mam Ebdullah birîndar bûne, 3 mal hilweşiyane û gelek lawir jî telef bûne.
Ji gundiyê Binarê Qendîlê Mihemed Xidir diyar kir ku li gel hilweşîna 3 avahiyan, gelek ziyan bi malên sivîlan, bax û baxçeyan ketiye.