Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: ‘Koma gerîla ya 7 kesî di êrişa PDK’ê şehîd bû’

 

LI XELÎFANÊ ÊRIŞA PDK’Ê
HPG: KOMA GERILA YA 7 KESÎ DI ÊRIŞA PDK’Ê DE ŞEHÎD BÛN

Navenda Ragihandin û çapemeniya HPG’ê têkildarî êrişkariya PDK’ê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya xwe de HPG’ê ragihand ku di êrişa PDK’ê 7 gerîla şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;

“Koma gerîla ya ku ji 7 kesan pêk tê dema xestin li herêma Xelîfanê ava Çemê Zapê derbas bikin dikevin kemîna hêzên PDK’ê.

Li gor agahiyên ku ji me re hatine gerîlayên me ji aliyê PDK’ê ve hatine şehîdxistin.

Ji êrişeke wisa bêbext û nemerdane xirabtir tiştek din nîne.

Ti pêwendiya vê yekê bi kurdewariyê re nîne.

Ev êrişeke wisa ye ku dikare zirareke mezin bide doza azadiya gelê Kurdistanê.

Xuyaye rêvebiriya PDK’ê dema hêzên xwe li nêz û derodora hêzên me bi cîh kirin, dixwest û li bendê bû ku em li wan bidin.

Di vê pêvajoya wisa hesas de, em li berjewendiya gelê xwe difikirin û dema ku me li wan neda, vê carê bi awayekî xayînî hêzên me dixin kemînê û dixwaze pêvajoyeke şer a yekalî bide destpêkirin.

Hemû gelê Kurdistanê divê ji Barzanî û rêvebiriya PDK’ê van pirsan bipirsin:

Heke di navbera Kurdan de şerek çêbibe û xwîna ciwanên Kurd were rijandin, wê çi bikeve destê wan?

Çima hûn bi israr şerê di navbera Kurdan de ferz dikin?

Ev nayê wateya ku di sedsala 21’an de dema şerekî wisa çêbibe wê dahatûya gelê me têk biçe?

Divê gelê me û dostên me, van pirsan ji PDK’ê bipirsin.

Dewleta Tirk li Îmraliyê li hemberî Rêbertiya me, li zindanan li hemberî rêhevalên me êşkenceyê pêktîne.

Di heman demê de li her qadê êrişên faşîst û mêtinger dibe ser gelê me û hêzên me.

Em hevkarî û hevalbendiya PDK’ê ya bi dewleta trik re ji edalet, wijdan û biryara gelê xwe û raya giştî re dihêlin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv