LI QAMÎŞLOYÊ OPERASYONA LI HEMBERÎ GENDELIYÊ
8 KESÊN KU SÛCÊN WAN YÊ ORGANÎZE TESBÎT BÛ HATIN GIRTIN
Li bajarê Qamişloyê endamên “Rêxistina organîzekirî ya sûc” bi operasyonekê hatin girtin û derxistin pêşberî dadgehê.
Ev demeke li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li dijî sûcên dizî, gendelî û hwd operasyon hatibûn destpêkirin xebatên tesbît û şopandinê dewam dikirin.
Civaka Rojavayê Kurdistanê piştgiriyeke mezin dide van xebatên li hemberî geneliyê.
Piştî ku sûçûn wan hat tesbît kirin 8 kes ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin û ew şandin girtîgehê.
Hin xebatên sexte ku ev 8 kes ji wan têne sûçbar kirin wiha ne:
Çêkirin belgeyên sexte, sextekariya fatûrayan, bi bertîl kirîn-firotin ji endamên komîteyan re, gendelî, peydekirina amûrên sexte, di hijmar û pereyên amûran de sextekarî, xapandina civakê û zirerên ku dane saziyên Rêveberiya Xweser û QSD`ê.
Bi delîl û belgeyan hat tesbît kirin ku van kesan, di nava saziyên Rêveberiya Xweser û QSD`ê bi awayeke organize, bi milyonan dolar pere dizîne.
Rayedarên herema xweser dan xuya kirin têkoşîna wan ya li dijî gendelî, sextekarî û diziyê wê dewam bike.