MEHMET ACETTÎN:
TESLÎMÎYET LI GIRTIYAN TÊ FERZKIRIN
Zext û zoriyên li ser girtiyên siyasî yên bi armanca azadiya fizîkî ya Rêberê APO di greva birçîbûnê de ne, her ku diçe zêdetir û girantir dibin.
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Mehmet Acettîn têkildarî zêntên li ser girtiyan ji ajansa Mezopotamya re axivî.
Mehmet Acettîn, destnîşan kir ku piştî guherandina qanûna înfazê “poşmantî” li girtiyan tê ferzkirin û girtiyên vê ferzkirinê qebûl nakin berdana wan tê astengkirin.
Mehmet Acettîn, diyar kir ku li girtîgehan şert û mercên jiyanê her diçe girantir dibin û ev yek herî zêde bandorê li girtiyên nexweş dike.
MEHMET ACETTÎN:
GIRTÎ DI ÇALAKIYA XWE DE BI ISRARIN
Acettîn, dibêje rêvebiriyên girtîgehan pêkanînên rûmetşikandinê li girtiyên siyasî ferz dikin.
Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD Mehmet Acettîn destnîşan kir ku pêkanînên li ser girtiyan îdeolojîk in û got:
“Bi van pêkanînan ve îqtidara heyî hewil dide xwe bide qebûlkirin.
Lê belê li himberî van polîtîkaya çewisandin û teslîm girtinê, girtî li ber xwe didin.”
Acettîn, bal kişand ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de jî û got:
“Dewlet guh nade vî dengî. Tenê malbatên girtiyan hewl didin dengên wan ragihînin.
Lê dayik jî tên binçavkirin û cezakirin. lê belê girtî jî di çalakiya xwe de bi israrin.
Em dixwazin daxwazên çalakgeran bên qebûlkirin û berî mirin rû bidin, çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibin.”