Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

’28 hedefên dewleta Tirk li Başûr’: Iraq û hukûmeta Herêma Kurdistanê çima bêdeng in?

 

“28 HEDEFÊN DEWLETA TIRK LI BAŞÛR”
IRAQ Û HUKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ ÇIMA BÊDENG IN?

“24’ê Tebaxê li herêma Asosê ya li Bakurê Iraqê ya 200 kîlometro dûrî sînorê xwe, me li 28 hedef îmha kirin.”

Ev hevokek ji daxuyaniya Wezareta Parastinê ya dagirkeriya TIrk e, ku doh dabû.

Ka em pêşî berê xwe bidin wan 28 hedefên ku dewleta Tirk dibêje, “me îmha kirine”

Ev der navçeya Silêmanî Pêncwên e.

Di dîmen de xuya dike, ku dagirkeriya Tirk sivîlan, zeviyên wan ên li deştê dike hedef.

Weke we jî bihîstî, xelkê wir ê dîmenê êrişî qeydkirî bixwe dibêje, ev der nava Pêncwêne… Nav xelkê ye.

Ev jî dîmenê devera hatî bombekirin e.

Di dîmenê rojnewsê de jî bi awayekî zelal bandora vê êrişa hovane ya dagirkeriya Tirk xwe dide der.

Di van wêneyan de jî bombeya qazanê ya ji balafira şer a dewleta Tirk hatî avêtin û ne teqiyayî xuya dike.

Jixwe welatiyekî sivîl jî li cem vê bombeya qazanê ye.

Ji van wêneyan jî diyar dibe, ku dewleta Tirk li vê deverê jî sivîl kirine hedef.

Dîmenekî din jî ji navçeyeke din a Silêmanî Şarbajêr e.

Ji gundê Şêxil e û di dîmen de xuya dike, ku dewleta Tirk xaniyê welatiyekî bi bomberdimanê rûxandî ye.

Hedefên ku dewleta TIrk behsa wan dike û dibêje “me bi 20 balafiran li van deveran da” weke we jî dîtî ev dever in.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv