ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER
BI HEZARAN SÊNIYÊN REQAYÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK MEŞIYAN
Li Reqayê ji 7 heta 70 salî bi hezaran kes li dijî êrîşên dewleta tirk a qirker, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê daketin qadan…
Meşa bi heybet ji Stada Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li naverasta bajêr dest pê kir.
Di meşê de berxwedana li Îmraliyê jî hat slavkirin.
Piştî meşê mitîngek pêk hat.
Di axaftinan de artêşa Iraqê weke hevkarê komkujiya li Şengalê hat destnîşankirin û wiha hate gotin;
“Êrişên dawîn li dijî Şengal li pêşiya artêşa Iraqê pêk hatin û ev destnîşan dike ku qirkirineke bi zanabûn li dijî gelê me tê kirin.
Ji wê hovîtir, nexweşxane, cihên giştî tên hedefgirtin û gelê me rastî sûcên herî hovane tên.”
MECLÎSA MALBATÊN ŞEHÎDAN A HERÊMA CIZÎRÊ
“SÛCÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER, ISRARA ME YA BERXWEDANÊ ZÊDE DIKE”
Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê jî li Qamişlo, Tirbespiyê, Dirbêsiyê û Dêrikê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyan de ragihandin ku ew ê li dijî êrîş û kiryarên dewleta tirk a dagirker têbikoşin.