DEWLETA TIRK A DAGIRKER NAVENDA ŞENGALÊ BOMBE KIR
NÛÇEGIHANÊ STÊRK TV ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ: ŞEHÎD Û BIRÎNDAR HENE
Dewleta Tirk a dagirker navenda bajarê Şengalê bombe kir.
Wesaîtek kir hedef û hevalê me Îbrahîm Êzîdî ragihand, ku şehîd û birîndar hene.
Ya balkêş ew e, ku wê îro Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Şengalê bikira û dewleta Tirk di vê rojê de êriş kir.
Dayîkek Şengalî li hemberî êrişê nerazîbûnek tund nîşan da.