ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MÛRAT KARAYILAN:
DI SALA 38’AN DE MEŞA AZADIYA RÊBER APO Û KURDISTANÊ WÊ MEZINTIR BIBE
15ê tebaxê, salvegera destpêka şerê çekdarî yê li hemberî dewleta tirk.
15ê tebaxê îsyana gelê kurd e.
Li hemberî asimilasyonê, helandinê, li hemberî jiyana koledar ku dewleta tirk li ser kurdan ferz kiribû, li hemberî peymanên navnetewî ku Kurdistan perçe kirine biryareke jiyana azad û serbixwe ye.
Bi 15’ê tebaxê re gelê kurd weke hêzeke rêxistinkirî ji nû ve derket ser sahna cîhanê û got ez jî heme.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, bi rêya televîzyona me 15’ê Tebaxê pîroz kir û ev peyam da;
Di sala 38’an a 15’ê Tebaxê de wê meşa azadiya rêber Apo û Kurdistanê mezintir bibe…