Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Gerîla li dijî qereqola Girê ya li Çelê çalakî kir, 3 dagirker hatin cezakirin

 

GERÎLA SILAV DA PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ
HPG: GERÎLA LI DIJÎ QEREQOLA GIRÊ YA LI ÇELÊ ÇALAKÎ KIR, 3 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encama çalakiyên gerîla eşkere kir.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiya li dijî qereqola Girê ya li navçeya Colemêrgê Çelê ev agahî hatin parvekirin.

Bi pêngava şoreşgerî ya Bazên Zagorosê gerîlayan 12’ê Tebaxê ji du baskan ve avêtin ser qereqolê.

Baskê yekem ji nêzîk ve li çepera ku çeka A-4 lê bû da.

Dagirkerek hate cezakirin, çeka A-4 hate îmhakirin û çeper hate rûxandin.

Baskê duyemîn jî çeperên li nêzî qereqolê da.

2 dagirkerên di çeperê bûn jî hatin cezakirin.

HPG’ê da zanîn ku gerîlayan ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê ev çalakî kirine.

13’ê Tebaxê jî tevgera helîkopteran li xeta Qaşûra ya Metînayê pêk hat.

Helîkopterên hewl dan derdora gundê Derarê bombe bikin, bûn hedefa hêzên gerîla.

Helîkopterên derb xwarin neçar man ji qadê vekişin.

12’ê Tebaxê jî herêmên şehîd Rûstem, Şkewta Birîndaran û Çiyayê Reş ên Zapê û herêmên Cîloya Biçûk bi çekên giran hatin bombekirin.

13’ê Tebaxê jî tunelên şer ên qada Werxelê ya girêdayî qada Avaşînê bi gazên kîmyewî û çekên giran hatin bombekirin.

Heman rojê hawîrdorên gundên Êdînê, Deşîşê û Serero yên girêdayî herêma Kanî Masî dora, gundên Hirorê û Kêste hatin bombekirin.

Balafirên şer jî gundê Kawika ya bajarokê Dînartê ya navçeya Akrê û derdora gundê Sergelê ya navçeya Amêdiyê bombe kirin.

Şewata ku ji ber bomberdûmanê derket didome.

Di van êrişan de ti zirar li hêzên gerîla nebûye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv