LÎSTIKA KIKBOXÎNG
NÛRHAN ÎBRAHÎM EV 6 SAL IN LÎSTIKVANA WERZÎŞA KICKBOXINGÊ YE
Ji destpêka şoreşa herêmên xweser ve, her tim jinên ciwan pêşengî û destkeftiyên herî mezin di hemû qadên jiyanê de bi dest dixin.
Minaka vê ya herî berbîçav a jina ciwan Nûrhan Îbrahîm e.
Nûrhan Ibrahîm 15 salî ye û xelkê bajarê Qamişlo ye.
6 sal in werzîşa Kickboxing dilîze û cihê xwe di tîma asayişê de digire.
Nûrhan Ibrahîm, di gelek ligan de cih girtiye û li ser asta bajarê Şam û Lazqiyê de xelata yekemin bi dest xistiye.