HILAWISTINA WÊNEYAN
DIKANDAREK DÎWARÊN DIKANA XWE BI WÊNEYÊN MIŞTERIYAN XEMILANDIYE
Li ser kolana giştî ya navçeya Derbendîxanê dikanek biçûk a sardemenî û şirînahiyê heye.
Ev dikan a welatiyê bi navê Mihemed Mehmûd e ku bi Hemey Sardemenî tê naskirin.
Mihemed Mehmûd sala 2005’an vê dikana veguhertiye sardemenî û şirînahiyê.
Li ser xwesteka mişteriyan, wêneyên wan jî girtiye û bi dîwarên dikana xwe ve daleqandiye.
Mihemed Mehmud dide zanîn ku bi qasî 5 hezar wêne li ser dîwêr bicihkiriye.
Û vê yekê jî ji bo bîranînê dike.