Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

7.Rûniştina doza Sebahat Tuncel û Gulten Kişanak pêk hat

 

Îro 7. runiştina doza Hevseroka berê ya DBP’ê Sebahat Tûncel û hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak pêk hat.

Sebahat Tûncel û Gultan Kişanak bi rêya dîmen beşdarî runiştina dozê bûn.

Kişanak û Tuncel di runiştinê de destnîşankirin ku;

Ji ber ku di dosyayên wan de belgeyên kêm hene û nikarin mafê xweparastinê pêk binin.

Gulten Kişanak got; Ji meha Adarê ve ez bi parêzerê xwe re nikarim hevdîtinê bikim.

Ez dixwazim li gorî cîdiyeta vê di nava şert û mercên baş de parastinê bikim.

Lê ev şert û merc ji bo me nayên ava kirin.

Paşê Sebahat Tuncel jî axivî û got:Ji ber ne çareserkirina pirsgirêka Kurd em di girtîgehan de ne.

Pirsgirêka kurd di salonên dadgehan de ne pêkane ku bê çareserkirin.

Derbarê dosyayên me de zêde agahiyeke me tuneye. Em nikarin mafê xwe parastinê bi kar bînin.

Şandeya dadgehê runiştin taloqî 18’ê Mijdarê kir.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv