Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

6’ê Tirmehê Qirkirina Êzidiyan li Parlamena Hollandayê dikeve ber dengdanê

 

PIŞTÎ BELÇÎKA DORA HOLANDA YE
6’Ê TÎRMEHÊ QIRKIRINA ÊZIDIYAN LI PARLAMENÊ DIKEVE BER DENGDANÊ

Roja 30’yê Hezîranê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Belçîkayê êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên 2014’an li dijî Êzidîyan, bi fermî wekî “jenosîd” nas kir.

Piştî Belçîkayê, ev mijar li Holanda jî bû rojev.

Pêşnûmebiryara derheqê naskirina qirkirina Êzidiyan de, wê 6’ê Tîrmehê li parlamentoya Hollanda bikeve dengdanê.

Parlamentera Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat CDA Anne Kuik, pêşnumeya mijara gotinê amede kir.

Di pêşnûmebiryarê de tê gotin; ku Parlamentoya Ewropa, Konseya Ewropa, Civata Nûneran ya Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê, Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ya bo Sûriyê û Parlamentoya Belçîkayê, kiryarên hovanê ku çeteyên DAÎŞ’ê li dijî Êzidî, Mesîhî û civakên din yên etnîkî û bawerî kirine, weke sûcên li dijî mirovahiyê û “jenosîd”ê wesfandine.

Li hember vê yekê parlamentoya Holanda bi taybet nas nekiriye ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve qirkirin hatiye kirin.

Di pêşnûmeyê de wiha tê gotin:

“Parlamento diyar dike ku DAÎŞ li dijî civaka Êzidî qirkirin kiriye, sûcên li dijî mirovahiyê pêk aniye.

Ev pêşnûme biryar wê roja 6’ê Tîrmehê saet 15:00’an de, li parlamentoya Holandayê bikeve dengdanê.

Tê payin ku pêşnûme bi desteka mezin bê qebulkirin.

Tê payin ku hikûmeta Hollanda jî qirkirinê wekî “jenosîd” nas bike.

Pêşnûme, roja 1’ê Tîrmehê, di rûniştina derbarê anîna jin û zarokên DAÎŞ’î ji kampa Holê, ya bakur û rojhilatê sûriyê de, pêşkêşî parlamenê hat kirin.

Wezîra karên derve Sigrid Kaag diyar kir ku Hollanda, ji bo naskirina qirkirina Êzidiyan di qada navneteweyî de jî kar dike.

Da zanîn ku, ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ’ê ew daxwaza avakirina dadgeheke navneteweyî ya taybet dikin.

Lê ji bo vê yekê desteka pêwist ya siyasî nîne.

Nunerên partiyan û Wezîra Karên Derve ya Hollanda Sigrid Kaag, piştgirî dan pêşnumebiryara naskirina qirkirina Êzidiyan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv