LI HEMBERÎ ÊRIŞÊN DAGIRKRERIYÊ RIHÊ KOBANÎ
50 SAZIYÊN KURDAN ÊN LI EWRÛPAYÊ MASEYA KRÎZÊ AVA KIRIN
Nûnerên 50 sazî û dezgehên kurdan li bajarê Almanyayê Kolnê hatin cem hev û têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî heremên Parastinê yên Medyayê maseya krîzê ava kirin.
Ji her saziyê, wê nûnerek di vê komisyona krîzê de cîh bigire.
Hevserokê KCDK-Ewropa Yüksel Koç da xuya kirin, çarçoveya xebata wan wê tevahiya welatên Ewropa be û agahî û nerazibûnên derheqê tevgerên dagirkeriyê de ji vê navendê wê werin dayîn.
Yuksel Koç wiha axivî:
“Di hedefa dewleta tirk de ne tenê gerilla, temamiya destkeftiyên kurdan hene. Lewma divê gelê kurd bi rihê Kobanî bi yek dengî li dij van êrişan derkeve.”
Koç ji hunemend, rewşenbîr û kesayetiyên navdar xwest ew jî ji bo rawestandina êrişên dewleta tirk bi wan re bikevin nava tevgerê.
Li civîna li Kolnê biryar hat girtin ku li gelek navendên Ewropayî rêze çalakî werin destpêkirin.