Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

42. Salvegera Komkujia Mereşê 19.12.2020

 

42. SALVEGERA KOMKUJIYA MEREŞÊ
BI KOMKUJIYÊ ELEWÎ Û KURD DÛR XISTIN Û DEMOGRAFIYA MEREŞÊ GUHERTIN

Dîroka komara Tirk bi komkujiyan tijiye.

Yek ji wan jî komkujiya Mereşê ye.

Wekî gelek komkujiyên din, plansaz û pêkanînerên wê, dewleta Tirk bû.

Komkujiya bi armanca guhertina demografîk di 19’ê kanûna 1978’an de dest pê kir di 24’ê mehê de gihişt asta herî hovîtiyê.

Li gorî agahiyên fermî, piraniya wan Kurdên elewî herî kêm 111 kes hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn, mal û kargeh hatin wêrankirin.

Armanca esasî ya komkujiyê guhertina demografiya Mereşê û pêşî-girtina Tevgera Azadiya Kurd bû.

Jixwe komkujiyê bi êrişên li taxên Kurdên elewî dest pê kir.

Ulkucuyên faşîst bi piştgiriya esker û polîsên tirk, bi dehan zarok, ciwan, pîr û jin kuştin.

Kesên ji ber komkujiyê hatin girtin jî, piştî demekê din, hemû hatin berdan.

KOMKUJIYA MEREŞÊ
KUJER Û BERPSIYAR NIHA DI AKP Û MHP’Ê DE SIYASETVANÎ DIKIN!

Piştî vê komkujiyê, piraniya kurdên li bajarên Mereş, Meletî, Semsûr, Sêwaz û Dîlok neçar man cih û warên xwe terikandin.

Bi wê komkujiyê demografiya van bajaran guherî û ev yek jî armanca rastîn ya komkujiyê radixe ber çavan.

Piraniya berpirsyarên komkujiyê dûre bûn rayedarên dewletê û gelek jî hê di nava AKP û MHP’ê de cih digirin.

Bi wesîleya 42. salvegerê di serî de Stenbolê li gelek deveran rêxistinên Elewî û Kurd qurbanên komkujiyê bi bîr anîn.

Li Enqerê jî, li Komeleya Elewiyan a Demokratîk merasimek pêk anî û qurbanên komkujiyê bi bîr anîn.

Di axaftinan de guhertina demografiya Mereş û derdora wê hate destnîşankirin û hate gotin ku, dewleta Tirk hê jî heman siyasetê dimeşîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv