LI ZÎNDANA PANOSÊ ÊŞKENCE
30 GARDIYANÎ ÊRIŞÎ MIZGÎN KAYITBEY KIRIN
Zîndana Tîpa L a Panosê beriya niha jî bi êşkence û kirinên xirab ên li dijî girtiyên siyasî ketibû rojevê.
Hat ragihandin, ku girtiya siyasî ya bi navê Mizgîn Kayitbey bûye hedefa êrişa dawî ya li zîndanê.
Roja ku wê birine dadgehê, 30 gardiyanên mêr pêşî bi devkî û paşê fizîkî êrişî wê kirine.
Mizgîn li ser derbên xwarî ji ser hişê xwe çûye û rakirine nexweşxaneyê.
Lê belê bêyî baş bibe, ew li zîndanê vegerandine.
Mizgîn bi malbata xwe re axivî û têkildarî encamên êrişa li dijî xwe ev agahî dan:
Nehiştin ez dozger bibînim.
Hin hestiyên min şikestine, hin deverên min xwînî û reşûşîn bûne.
Rewşa min ne baş e.
Malbata Mizgîn serî li şaxê ÎHDa Stenbolê da û daxwaza alîkariya huqûqî kir.
Tê payîn şaxê ÎHDa Wanê di nava heftiyê de biçe Zîndanê û bi Mizgîn Kayitbey re hevdîtinê bike.