Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

3 rêxistinên din jî tevlî kampanya azadiya Rêber Apo bûn 13.01.2021

 

“DEMA AZADIYA OCALAN E”
3 RÊXISTINÊN DIN JÎ TEVLI KAMPANYA AZADIYA RÊBER APO BÛN

Di asta navnetewî de daxwaza ji bo azadiya Rêber Apo bilind dibe.

Piştî konfederasyona sendîkayên brîtanî li Afrîkaya Başûr konfederasyona sendîkayan Cosatu jî got êdî dema wê ye.

Konfederasyona Sendîkayan a Efrîkaya Başûr COSATU tevî Koma Xebatê ya Kurd a Efrîkaya Başûr KHRAG’ê ji bo azadiya Rêber Apo dest bi kampayayê kir.

Wisa xuya dike ku wê ev kampanya wê hêj zêdetir li cîhanê belav bibe.

3 rêxistinên din jî tevli kampanyayê bûn.

Yekîtiya Parêzeran a ji bo Mafên Mirovan a Cîhanê û Demokrasiya Ewropayê ELDH

New World Summit ango Civîna Bilind a Cîhanê ya Nû

û Tifaqa Parastina Azadî û Mafan a Navneteweyî AIDL jî gotin em jî dixwazin

Yekitiya parêzeran ELDH’ê rasterast bang li rayedarên Netewên Yekbûyî kir û xwest ji bo azadiya Rêber Apo yekser bikeve nav liv û tevgerê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 2 jê li Yûnanistan û Tirkiyê, li welatê Bask, Belçîka, Bûlgaristan, Elmanya, Îngilistan, Fransa, Îtalya, Makedonya, Rûsya, Sirbistan, Swîsre, Spanya û Ûkraynayê navendên yekitiya parêzeran ELDH’ê hene.

New World Summit jî ku navenda xwe li Hollandayê ye.

Ev rêxistin, ji bo gelên bêdewlet, civakên xweser û rêxistinên qedexekirî bi rengê siyasî û hunerî, bi navê civîna bilind a gelan platforman ava dike.

Rêxistina navborî salên dawî bi taybetî ji bo Rojava, hem li Rojava hem jî li Ewropayê çalakiyên hunerî-siyasî yên cihêreng li dar dixe.

Tifaqa Parastina Azadî û Mafan a Navneteweyî AIDL ku navenda wê li Parîsê ye û li Cenev û Brukselê buroyên xwe hene, ji bo azadî û mafên mirovan ên li Bakurê Efrîkayê û Rojhilata Navîn kar dike.

AIDL’ê jî ragihand ku wê li Netewên Yekbûyî ji bo kampanyayê bixebite.

KAMPANYAYA JI BO AZADIYA RÊBER APO
MORNÎNG STAR: SENDÎKAYA COSATU DAXWAZA AZADIYA OCALAN DIKE

Kampanyaya ku li Afrîkaya Başûr hat destpêkirin û di demeke kurt de ewqas deng veda di çapemeniya brîtanî de jî cihekî berfireh jê re hat veqetandin.

Ji rojnama brîtanî Mornîng Starê Steve Sweeney ku ji nêz ve têkoşîna kurdan dişopîne di 10’ê mehê de der barê kampanyayê de agahî dan.

Sweeney bi sernavê Cosatu ji bo azadiya lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi kampanyayek nû kir maqaleyek nivîsî.

Di maqaleyê de de tê bibîrxistin ku Cosatu bang li hemû hêzên demokratîk û sendîkayan kiriye da ku tevli kampanyayê bibin.

Di maqaleyê de ji nameya ku Cosatu ji sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî re şandiye jî çend beş hatine weşandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv