Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

25’Ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinê

 

 

“Jin wê mezin tola xwe ji vê pergalê hilînin!”
Ji fermandarên YJA Star’ê Jiyan Reşît bi wesîleya 25’ê Mijdarê ajansa ANF’ê re axivî.
Jiyan Reşît diserî de jinên Bakurê Kurdistanê bang li jinan kir da ku li dijî Faşîzma AKP-MHP’ê serî hildin.

25’Ê MIJDARÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞÎDETA LI SER JINÊ
JI FERMANDARÊN YJA-STAR’Ê JIYAN REŞÎT: JIN WÊ TOLEKE MEZIN JI VÊ PERGALÊ HILÎNIN

Ji fermandarên YJA Star’ê Jiyan Reşît bi wesîleya 25’ê Mijdarê bersiv da pirsên ANF’ê.

Jiyan Reşît destpêkê êrişên li dijî jinan bibîrxist û wiha got;

Dîroka şîdet û desthilatdariyê ya 5 hezar salî dewam dike.

Di şexsê jinê de civakê ji hêza exlaqî û polîtîk bêpar dihêle, xizan dike.

Mîmarê vê jî bê guman AKP-MHP ye, divê mirov rastiya Erdogan Bahçelî baş teşhîr bike.

Fermandara YJA-Star’ê dibêje;

Di dîrokê de cara yekem jinên leheng ên Kurdistanê ji bo siberoja xwe di hemû qadan de xwe pêş xistin.

Li hemû cîhanê êrişên mezin li dijî jinan pêk tên, lê êrişên li ser jinên Kurd zêdetir in.

Tê xwestin ku destkeftiyên jina Kurd bi têkoşîna ku bi salane dide tine bikin.

Ji ber ku jinên kurd di dîrokê de xwe ji her alî ve rêxistin kir û bi ser ket.

Di serî de jinên Bakurê kurdistanê divê jin hemû li her qadê li hemberî faşîzma Erdogan, berxwedana xwe mezin bikin.

Jiyan Reşît berxwedana gerîlayên YJA-STAR’ê ku li hemberî dijmin bûne mertal jî bibîrxist.

li Qadên Parastina Medyayê têkoşîneke ku di dîrokê de kêm hatiye dîtin tê meşandin.

Rêber Apo ku ev mîrateya rast afirand û xemilandiye, hişyarî çêkiriye û keda herî mezin daye jinên Kurdistanê.

Têkoşîna Rêber Apo ya ji bo afirandina hişmendî û ruhê jina azad heta roja me ya îro bênavber didome.

Îro hêzên YJA Star’ê pêşengiyê dikin û hêviya temînata azadiyê ne.

Fermandara YJA Starê Jiyan Reşîd di dawiyê de diyar kir.

Ger hevaleke jin a li Werxelê bi rojan tevî birîna xwe ya giran, heta kêliyê dawî li ber xwe dide, ev yek îfadeya şênber a têkçûna artêşa Tirk a faşîst û Erdogan e.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv