24. FESTÎVALA ÇANDA KURD A SKANDÎNAVYAYÊ
LI PEYTEXTA SWÊDÊ STOCKHOLMÊ HAT LIDARXISTIN
24’mîn Festîvala Çand Kurd a Îskandînavya li paytexta Siwêdê Stockholmê hat li darxsitin.
Festîval bi dirûşmeya ‘Azadî ji bo Rêber APO û ji Kurdistanê re statu’ pêk hat.
Gelek Kurd û dostên xwe beşdarî şahiyê bûn.
Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, axaftina vekirinê hevseroka NCDK-Skandinavya Nadiya Salih kir.
Li ser navê partiya Çep a Swêd ê jî parlementer Lorena Delgado Varas axaftinek kir.
Û destnîşan kir ku ew ê tim li cem têkoşîna Kurdan a mafdar cih bigirin.
Paşê peyama hevserokê konseya rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk hate nîşandan.
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî ji gel xwest ku li dijî êrişên dewleta Tirk hevgirtina xwe xurt bikin.
Piştî axaftin û peyaman hunermend Kawa, Nûarîn, Armanc û Nasir Rezazî bi stran û klamên xwe reng dan festîvalê..
Festîvala Çanda Kurd bi silavkirina rêber APO û berxwedana gerîla bi dawî bû.