Kongreya Demokratîk a Gelan HDK’ê 11’emîn Civaka Giştî ya Asayî bi dirûşma ‘Jiyana nû wê bi ser bikeve’ pêk hat, bi dawî bû.
Lîsteya Komîsyona Mutabkat a Desteya Giştî ya bi delegeyan re hate amadekirin û parvekirin, bi piraniya dengan hate erêkirin.
Ji bo hevberdevkiya HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek hatin hilbijartin.
Hevberdevka HDKê Esengul Demîr axivî û diyar kir ku “Ew ê jiyana nû bi hev re ava bikin.”
Piştî axaftinan KONGRE bi encamnameyê bi dawî bû.