Heyeta HDP’ê li Colemegêrg û Wanê serdana esnafan kirin.
HDP’yiyan di serdanê hem li pisgirikên esnafan guhdar kirin û hem jî banga piştgiiriyê kirin.
Hevserokê Giştî yê HDP Mîthat Sancar û heyeta pêre li Colemêrgê bûn.
Heyet ewilî çû Şemzînanê û li vir esnaf ziyaret kirin.
Paşê derbasî avvahiya HDP’ê kir û li vir daxuyaniyek da.
Sancar gotina Wezîrê karên hundir ê Tirk Suleyman Soylu li Tirkiyê îşkence nîne bibîrxist û got;
Di 5 salên dawî de tenê li Colemêrgê 3 jê zarok bi giştî 15 sivîl bi çekên esker û polîsan hatin qetilkirin-
Ev ne tiştekî nû ye, gava em hinekî paş ve biçin, em ê qetliama Roboskî, bi dehan kiryarên nediyar û kuştina sivîlan bibînin.
Yanî li vê derê li dijî kurdan hiqûq nayê şixulandin.