Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mustafa Karasu: Dewleta tirk Dixwaze be Tasfiyekirina PKK’Ê Kurdan Qir bike -19.05.2021

 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu di bernameya taybet a Medya Haberê de şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bi berfirehî nirxandin:

Dewleta tirk di vî şerî de hemû îmkan û teknîka xwe bi kar tîne.

Dixwaze qira kurdan bîne. Lê dizane heta PKK’ê tine neke, nikare kurdan qir bike.

Heta di vî şerî de bi tenê îmkanên xwe jî bi kar nayne.

Her wiha bi tawîz û bazarkirina Tirkiyê, bi xulamtiyê ji hêzên cîhanî jî destekekê digre.

Li pey vî şerî Amerîka, Ewrûpa û welatên NATO’yê jî hene. Bila gelê kurd vê zanîbe.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
DEWLETA TIRK LI CIHÊ KU TENGAV DIBE GAZÊN JEHRÊ BI KAR TÎNE
Mustafa Karasu bal kişand ser rola PDK’ê ya di şerê li dijî Avaşîn, Zap û Metînayê de û got:

PDK ev êriş û tevgera dagirkeriyê erê kiriye.

Di vî şerî de bi dewleta tirk, Amerîka û Ewrûpa re PDK jî sûcdar e.

Heke PDK êrişan meşrû neke û hevkariyê pê re neke, dewleta tirk nikare êriş bike.

Niha jî şer bi dijwarî dewam dike. Bedêl jî tên dayîn.

Gerîla li gel dijwariya êrişan jî berxwedaneke dîrokî bi pêş dixe.

Artêşa dagirker li hemberî gerîla teviziye.

Nikare berxwedanê bişkîne radibe gazên jehrî bi kar tîne.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
HEKE PKK WERE TASFIYEKIRIN LI HOLÊ WÊ NE PDK BIMÎNE NE JÎ DESKETIYÊN KURDAN

Mustafa Karasu dîsa bal kişand ser rola PDK’ê û diyar kir ku dewleta tirk bi van êrişên xwe yên dawîn pîlana êrişa li dijî Qendîlê jî dike:

Dewleta tirk pîlana êrişa li dijî Qendîlê dike.

Heke ne bi erêkirina PDK’ê be ev êriş nedihatin kirin.

PDK’ê erê kiriye, agahiya xwe jê heye.

Îcar em bifikirin, heke dagirker bi ser kevin wê çi bibe?

Wê ne PDK li holê bimîne ne jî desketiyên kurdan.

Ji bo wê jî belgeya ‘Helwesta Netewî’ ya KNK’ê gelekî girîng e lê divê di gotinê de jî nemîne

Ji ber wê jî divê kurd xeterê bibînin û bi hev re li dijî êrişan bisekinin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv