Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komkûjiya 2011 Roboskî û 2015-2016 Cizîrê Nisêbîn û deverên din 28.12.2020

 

Sala 2014’an jî Pîlana Jihevxistinê an jî têkbirinê, li dijî gelê Kurd xistin meriyetê, ku reng û cewherê xwe bi Pîlana Islahata Şerqê re yekbû.

Zihniyeta beriya 100 salî li Bakurê Kurdistanê komkujî dikirin, îro li tevahiya Kurdistanê li dijî gelê Kurd komkujiyan dike.

Komkujiyên Pirsûsê, Amedê, Enqerê, Cizîra Botan, Sûrê, Nisêbînê û guhertina demografiya van herêman di hedefa vê pîlana qirêj de bûn, ku îro jî hê di meriyetê de ye.

Beriya van komkujiyan, Roboskê bû nîşaneya zihniyeta Pîlana Islahata Şerqê, ku hê jî dijî.

Dagirkeriya dewleta Tirk piştî qirkirina Dersimê û komkujiyên mezin li Bakurê Kurdistanê, ji salên 1980’yî û pê ve dîsa dest bi komkujiyan kir.

Ji ber ku gelê Kurd dev ji nasnameya xwe berneda, bû hedefa êrişên girantir.

Bi taybetî piştî ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, PKK hat damezrandin û rayên xwe berdan nava Kurdistanê…

Yek ji van komkujiyan sala 1978’an li Mereşê li dijî civaka Elewî ya Kurdistanê pêk hat.

Ji ber ku heta wê salê tevî zext û faşîzma giran, Pîlana Islahata Şerqê bi serneket, dagirkeriya dewleta Tirk jî dîsa xwest bi komkujiyan bigihe hedefa xwe.

Di encama Komkujiya Mereşê de bi sedhezaran kes ji cih û warên xwe bûn û demografiya herêmê hat guhertin.

Dewleta Tirk a dagirker di darbeya faşîst a 12’ê Îlonê de jî li Bakurê Kurdistanê gelek komkujî kirin.

Di salên 90î de, ku şahidî ji serhildanên mezin re kirin, dagirkeriya dewleta Tirk dîsa berê xwe da komkujiyan.

Li Şirnexê, Cizîrê, Nisêbînê û gelek deverên din bi sedan kes hatin qetilkirin.

Êdî ji ber rêxistinbûyîna gel, komkujiyên pêk dihatin jî nedigihan armanca xwe.

Ji ber vê yekê dagirkeriya dewleta Tirk pîlaneke din a qirêj bi destê JÎTEMê xist dewrê.

Bi hezaran mirov revandin, qetilkirin û bêserûşûn kirin.

Dagirkeriya dewltea Tirk dikir û nedikir, nedikarî bi komkujiyan û bi van pîlanên qirêj bigihe hedefa xwe.

Gelê Kurd li dijî polîtîkayên qirkirinê her ku diçû, hem rêxistinbûyîna xwe û hem jî têkoşîna xwe mezintir dikir.

Êdî dagirkeriya dewleta Tirk ji bo komkujiyên nû bike, sînorên bixwe danîbûn derbas dikirin û yek ji komkujiyên herî giran, 15ê Tebaxa sala 2000î kir.

Di êrişa li dijî herêma Kendakolayê de 11 jê zarok, 13 jê jin bi giştî 42 Kurdistanî qetil kirin.

Ji ber tengavbûna xwe, sala 2011an komkujiyek welê pêk anî, ku li ti devera cîhanê mînakên xwe nînin.

28ê Kanûna 2011’an, bi balafiran êrişî kolberên ji Bakurê Kurdistanê kir.

Balafirên şer bi bombeyan 34 ciwan û zarokên ji gundê Roboskê yê navçeya Şirnexê Qilebanê qetil kirin.

Ev komkujî yekser bi fermana şefê faşîst ê dagirkeriya dewleta Tirk Tayîp Erdogan hat kirin.

Gelê Kurd bi beşdariyeke xurt a cenazeyên şehîdên Roboskê dîsa bersiv dabû dagirkeriya dewleta Tirk.

Her komkujiyeke ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dikir, li Bakurê Kurdistanê bersiva xwe bi rêxistinbûyîneke xurttir digirt.

Bi taybetî salên 2012, 2013, 2014 û 2015 bûn mînakên vê rêxistibûyînê.

Ji ber vê yekê Cotmeha 2014an piştî serhildana mezin a ji bo Kobanê, weke Pîlana Islahkirina Şerqê, dagirkeriya dewleta Tirk vê carê pîlana bi navê ‘jihevxistin an jî çokdanînê’ xist dewrê.

Bi vê pîlanê jî 7 bajar û navçyên Bakurê Kurdistnaê bi tang, top û balafiran hatin rûxandin.

Di serî de li Cizîrê, li gelek bajar û navçeyan bi sedan kes hatin qetilkirin.

Li Rojavayê Kurdistanê DAIŞ û komên din ên çete xistin dewrê û komkujiyên mezin kirin.

Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî mînakên herî dawî yên van komkujiyan in.

Di encama van komkujiyan de behsa koçberiya zêdetirî milyonek kesî ji herêmê hat kirin.

Tevî van êrişên giran û komkujiyên mîna Roboskê ev zêdetirî sed sal in didomin, gelê Kurd li gorî ‘wan’ ne islah bûye û ne jî ‘çok danî ye.’

Li çar aliyên Kurdistanê bi têkoşîn û berxwedana xwe, bûye xewnereşka dagirkeriya dewleta TIrk a her roj dikeve pey pîlanên nû yên qirkirinê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv